İbrahim Atmaca
08 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Ji ber ku Baxçeyê Heywanan ê Samsunê hat girtin, 200 heywanên wê şandin Gazîantebê. Heywan bi kamyonan anîn bajêr û piştî ku pisporan kontrola wan kir, ji kamyonan hatin peyakirin.
Serokê Daîreya Xizmetên Parastina Jiyana Siruştî û Çandiniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê Celal Ozsoyler der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rewşa heywanan baş e.
Ozsoyler diyar kir ku heywan wê 21 rojan di karantînayê da bimînin û wiha dewam kir, "Di nav van da heywanên wek hirç, şêr, mêşîn, hêştirme hene. Me pêşiyê kontrola wan a tenduristiyê kir. Ev heywan wê 21 rojan di karantînayê da bimînin û paşê ziyaretvan wê van heywanan bikaribin bibînin."
Ozsoyler bi bîr xist ku ew ji 1ê hezîranê vir va ziyaretvanan hildidin û her kes ji bo dîtina Baxçeyê Heywanan ê Gazîantebê dawet kir.