27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
SAMSUN
Li Samsunê di operasyonên li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 3 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Dijî Teorê ya Midûriyeta Ewlehiyê li ser îxbara ku F.D. (23) û S.T.yê (21) xwendekarên Zanîngeha Ondokuzmayisê li zanîngehê û derdorê propagandaya PKK/KCKyê dikin û heqaretê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikin, dest bi xebatê kirin.
Hat diyarkirin ku operasyon hat kirin û F.D. û S.T. hatin binçavkirin.
Wek mayîn A.A.yê (28) ku tê gotin li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKyê kiriye, li Kişlaya taxa Îlkadimê hat binçabkirin.
Kar û barên gumanbaran li ewlehiyê dewam dike.
Li Sîwasê kesekî ku tê îdia kirin li ser hesaba xwe ya medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Bajêr tespît kir ku Abdullah T (24) li ser hesaba xwe ya medyaya civakî de propagandaya terorê dike. binçavkir.
Gumanbar piştî kar û barên wî sewqî edliyeyê kirin.
Abdullah T bi sedema propagandaya rêxistinê hat girtin.