Serokomar Erdogan: "Êdî dema çekê, tundî û terorê qediyaye"
Mümin Altaş
04 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2025
Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Bila rojeva sexte û ferezî ya mixalefetê qet we hilnexeletîne. Karnezanî, bikêrnehatî û zexeliya mixalefetê bila qet sistiyê nede we. Di navbera me û wan da cudahiya aso, vîzyon, îdeal û armancan heye."
Serokomar Erdogan li Hola Werzişê ya Yaşar Doguyê beşdarî 8emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê ya Samsûnê bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan bextwarî û kêfxweşiya xwe ji hatina xwe ya bo Samsûnê ra anî ziman û spasiya gelê Samsûnê kir ku di hilbijartina herêmî ya 31ê adarê da piştevaniya AK Partiyê kir.
Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku Samsûn hemî carê îradeya xwe ji aliyê aramî û ewlekariyê va bi kar tîne û got, "Em weke AK Partî û Îtifaqa Cumhur, siberoja vî welatî ne. Înşelleh hê gelek salan emê xizmeta Tirkiyeyê bikin."
Erdogan anî ziman ku divê êdî herkes vê rastiyê qebûl bike, êdî dema çekê, tundî û terorê qediyaye û got, "Înşellah emê wan konjalên nîfaqê yên ku rêxistina cihêxwaz di nava takeyên vî gelî da kolane, bi hev ra, bi rêzgirtina beramberî dagirin. Mirovkujên cihêxwaz yan ewê wext berî wext çekan binerd bikin yan jî ewê bi çekên xwe ra binerd bibin. Ji bilî vê rêya sêyemîn tuneye."
Serokomar Erdogan rexne li CHPyê girt û wiha pê daçû:
"Yên ku di her serdemên hilbijartinan da bi rêxistina cihêxwaz ra mil bi mil in, di vê mijarê da nikarin dev biavêjin partiya me û Îtifaqa Cumhur. Êrîşî projeya rêhesina xurt dikin a ku bi salan e Çorum û Samsun li hêviyê ye. Tevî ku xizmeta welatiyan nakin, naxwazin xizmet ji bo wan bê kirin.
Bila rojeva sexte û ferezî ya mixalefetê qet we hilnexeletîne. Karnezanî, bikêrnehatî û zexeliya mixalefetê bila qet sistiyê nede we. Di navbera me û wan da cudahiya aso, vîzyon, îdeal û armancan heye."
Serokomar Erdogan: "Êdî dema çekê, tundî û terorê qediyaye"