KARS
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê di zivistanê de di birin û anîna rêwiyan de xizangên hespan tên emilandin. Di demên dawîn de li navenda xweşiqitandinê tûrîstên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî xizangan didin.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê eleqeyeke mezin ji bo xizangên hespan heye. Tûrîstên xwemalî û biyanî li xizangên hespan siwar dibin û di nav daristanê de derdikevin gerê.
Mustafa Bulutê ku xizanga wî ya hespan heye diyar kir ku li navenda xweşiqitandinê mêvan û tûrîstan digerîne û bi vî awayî derbara xwe dike.
Alî Riza Şahînê ku ji bo betlaneyê ji Stenbolê hatiye Sarîqamîşê destnîşan kir ku demên xweş derbas dikin û wiha got: "Sirûşta Sarîqamîşê gelekî xweşik e. Wek mayîn însanên herêmê jî baş in û ez kêfxweş im ku hatime vir. Kêfa min gelekî ji xizangên hespan re tê."