08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
BITLÎS
Welatiyên ku mêşan xwedî dikin par ji ber bûyerên terorê neçûn hin zozanan û bi têra xwe hingiv hilnedan. Lê niha amadehiyan dikin ku herin zozanên ku ji terorê hatine safikîrin.
Serokê Yekîtiya Mêşvanên Hîzanê Seyîthan Ekîncî ji nûçegihanê AAye re daxuyand ku ew par ji ber bûyerên terorê neçûne zozanan û bi têra xwe hingiv hilnedane.
"Bila deynê me paşve biavêjin"
Ekîncî got ku ji ber vê welatiyên ku mêşan xwedî dikin deyndar in û wiha axivî: "Deynê me yên krediye heye, me nikaribû em bidin. Em ji rayedaran dixwazin ku bila deynê me paşve biavêjin. 476 endamên me û 80 hezar kewarên me hene. Em amadehiyan dikin ku herin zozanan. Li zozanên me berf heliya. Herî dereng di nav 10 rojan de em ê kewarên xwe bibin çiyayên ku lê kulîlk zêde hene. Par rewşa me zehmet bû. Îsal bila dewleta me sax be destê xwe dirêjî li her derê kir. Ev herêm bi temamî paqij bû. Înşallah em ê herin van zozanan û encameke baş bigrin."
Ekîncî anî ziman ku ew ê haya rayedaran pêxin ku ew ê li ku mêşvaniyê bikin û wiha got: "Niha tu pirsgirêk nema ku em dernekevin zozanan. Mêşvanên me wê îsal herin cihên ku par nikaribûn herin."