Önder Beyter
30 Îlon 2019•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2019
Di 9 mehan da 662 hezar û 142 kesan Parqa Siruştê Abant ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî ji bo geştiyarên xwemalî û biyanî bûye ciyekî sereke, ziyaret kirin.
Abanta ku bi hewaya xwe ya paqij û bedewiyên xwezayî va navdar e û herwiha di navbera du metropolên wekî Stenbol û Enqereyê da ye û bi tenê 35 kîlometre dûrî navenda bajarê Boluyê ye, ji bo geştiyarên xwemalî û biyanî bû yek ji ciyên herî sereke.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Şaxê ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Boluyê hat wergirtin, parqa siruştê di 9 mehan da 662 hezar û 142 geştiyarên xwemalî û geştiyarên biyanî yên ji welatên wekî Behreyn, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, Kuweyt, Taywan, Singapur û Malezyayê ezimandin.
Ziyaretvanên parqê ji xwe ra li hesp û faytonan siwar dibin, li kêleka golê dimeşin û pîknîkê dikin, wêneyan dikişînin û wisa kêfa betlaneyê dikin.