İbrahim Atmaca
30 Îlon 2019•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2019
Li Arabana navçeya Gazîantebê rakirina "hinarên Yaylacikê" dest pê kir.
Li taxa Yaylacikê ya ser navçeya Arabanê rakirina hinarên Yaylacikê û çêkirina tirşê wê dest pê kir.
Hilberîner Hamo Gulmuş daxuyanî da rojnamegeran û got ku wî li baxçeyê xwe yê texma Kozlupinarê dest bi rakirina hinaran kir, xwediyê marketên li bajar û navçeyên herêmê tên nava baxçeyê wî û kîloya hinaran bi 2 lireyî dikirin.
Gulmuş got ku ew ji hinarên tirş jî tirşê hinaran çêdikin û kîloya wê 50 lireyî difroşin.
Hamo Gulmuş diyar kir ku ew û Cuma Gulmuşê birayê xwe 60 sal in di baxçeyê ku ji bavê wan ji wan ra ma da hinaran hildidin û datînin.