14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
GAZÎANTEP
Piştî danezana "Însiyatîfa Akademîsyenan ya Ji Bo Aştiyê" hat weşandin Komeleya Akademîsyenên Azad (HAKAD) jî bi navê "Em ê Li Hember Terorê Bêdeng Nemînin" kampanyayeke îmzeyê dan destpêkirin.
Serokê HAKADê Prof. Dr. Alî Gur ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Tirkiye li ser erdnigariya xwe û di dinyayê de gavên mezin diavêje û ji ber wê dijminên wê û dostên wê hene.
Gur got ku rêxistinên terorê hewl didin ku welat tevlihev bikin û wiha axivî: "Dema me van tevgeran dît me got ku divê gotina ewil zanîngeh bibêjin û me HAKAD ava kir. Di demên dawîn de ji bo alîgiriya terorê hewl tên dayîn û em naxwazin li hember van tevgeran bêdeng bimînin. Em komeke ku welatê xwe, gelê xwe, alaya xwe hez dikin in û baweriya me xurt e. Ji bo ku aramiya gel bê parastin û meşa Tirkiyeyê dewam bike me ev bar hilda li ser pişta xwe."
Gur daxuyand ku wan bi navê "Em ê Li Hember Terorê Bêdeng Nemînin" kampanyayeke îmzeyê dane destpêkirin û wiha axivî: "Her kesê ku welatê xwe, gelê xwe û alaya xwe hez dike û baweriya wî xurt e bila bi îmzeya xwe piştgiriyê bide kampnayaya me."
- Hezar îmze hat berhevkirin
Prof. Dr. Gurê ku di heman demê de Alîkariya Rektorê Zanîngeha Gazîentabê dike got ku di nav 14 saetan de hejmara îmzeyên ku hatin berhevkirin gihîşte hezarî.
Gur wiha axivî: "Em bendê ne ku di nav 3 an 4 rojan de bigihêjin 5 hezaran. Akademîsyen bi tenê 3 an 4 kesên ku ji akademiyê dûr in, lê xwe wek akademîsyen nîşan didin û ji jorê ve civakê dinihêrin pêk nayê. Di nav akademiya me de kesên gelek hesas hene û ew Tirkiyeyê temsîl dikin. Ev kes ji bo ku karên baş bên kirin îmzeyê diavêjin kampanyaya me."
Gur navnîşana înternetê ya ku îmze lê tê avêtin jî wiha eşkere kir: "Kesên ku bixwazin piştgiriyê bidin me, dikarin li ser navnîşana me ya www.hakad.org"ê îmzeyê bidin."