11 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
ARDAHAN
Çildira navçeya Erdexanê di demsala zivistanê da bi xizekên bihesp, gola xwe ya ku cemed digre û masiya xwe ya sazanê va meşhûr e. Li vê derê wê çaremîn "Şolena Zivistanê ya Hespên Zêrîn" were lidarxistin û navçe ji bo vê şolenê amade dibe.
Şolen wê di 6ê sibatê da were kirin û navçe wê di qada navneteweyî da ji bo tûrîzmê were nasandin.
Waliyê Erdexanê Ahmet Deniz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Gola Çildirê ji bo herêmê pir girîng e.
Deniz got ku ew bi Şolena Zivistanê ya Hespê Zêrîn va dixwazin bala mirovan bikşînin ser herêmê û hedefa wan mezin e.
Deniz wiha axivî:
"Em plan dikin ku îsal xweştir derbas bibe. Ev der li dinyayê cihekî ender e, em dixwazin vê potansiyelê binirxînin. Mirovên berê hatibûn vê çalakiyê gotin 'Me baş kir ku em hatin'. Wê îsal jî wisa bêjin. Çalakî li ser cemedê tê kirin. Ji ber vê çendê jî dîmenên xweşik derdikevin. Mirovên ku tên di bin tesîrê da dimînin û bawer nakin ku çalakiya din wê kengê were kirin."
Serokê Federasyona Şaxên Spora Kevnare Prof. Dr. Alpaslan Ceylan jî got ku şolen ji bo herêmê girîng e.
Ceylan got ku bingeha çanda tirkan hesp û hesin e, ji ber vê jî şolen li ser vê temayê tê kirin û wiha dewam kir:
"Çildir û herêma wê Asyaya Navîn û Anadoluyê bi hev va girê dide û guzergaheke herî girîng e. Em dixwazin ku Çildir û der û dora wê bi mîsyona wê ya dîrokî ra biguncînin. Em dixwazin bi van çalakiyan va derxin pêş, ne tenê li Tirkiyeyê, mebesta me Çildir li Asyaya Navîn û cîhana tirkan bibe navendeke ku eleqeyê nîşan didin. Ji ber vê çendê çalakiyên ku wê li vê derê werin kirin, ji bo me û herêma me, çanda me gelek girîng e. Edî şolenên hespan bûne marqeya kevnare. Em dikarin van şolenan pêş da bibin û bikin marqeya dinyayê. Mebesta me ew e ku em li Erdexanê wek walîtî, şaredarî û saziyên civata sivîl vê pêşdatir bibin."
Ceylan got ku di bernameyê da cirît, tîr û kevanî û gulaş û gelek sporên kevnare hene.