14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
MUŞ
Gundiyên Karakutuka girêdayî Haskoya navçeya Mûşê dijîn, havînê li ser çiya dar, ber û çiloyên şewatê berhev dikin. Dema ku zivistan tê jî gundî ji bo ku malên xwe germ bikin diçin çiya, dar û berên ji bo şewatê bi xizangan dibin gund.
Li herêmê hewa sar e û berf dibare. Ji ber vê jî mal zû bi zû germ nabin. Gundiyên Karakutukê ji bo ku malên xwe germ bikin, diçin çiya û bi xizanga şewata ku havînê berhev kirine, tînin.
Gundî serê sibê derdikevin rê û piştî rêwîtiyeke zehmet û bi taluke digihêjin gundê xwe.
Feyat Kiliçaslan ji nûçegihanê AAyê re got ku anîna dar û beran gelek zehmet e, lê ew mecbur in herin.
Kiliçaslan wiha axivî: "Rêya ku em diçin 2 kîlomêtro dûrî gund e. Daristan zivistanê bi taluke ye. Ji ber vê em tevdîrên xwe dibînin û kom bi kom diçin. Em rojê 3 caran diçin. Em bi xizangan ve dar û beran hildidin û divizirin gund. Em pelên van daran didin heywanan, koka wan û çiqlê wan jî di sobê an jî tendurê de dişewitînin.
Sabrî Cabaz jî got ku her xizangek qasî 25 kîloyan çilo û dar dikare bikşîne û wiha axivî: "Em li herêmê van pelan re dibêjin çilo. Goştê heywanên ku çiloyê dixwin bi tahm e. Ji bilî vê em van çilo û daran wek şewat dişewitînin. Lê anîna wan zehmet e. Heke kesek nikaribe baş xizangan biajo dibe xizangê welgerîne û ev jî bibe sedema birîndarbûnê."