Abdullah Tel
25 Nîsan 2020•Rojanekirin: 26 Nîsan 2020
Li Milazgira navçeya Mûşê ji ber barana zêde çem rabûn û bi qasî 50 hezar dekar zeviyên ajotî di bin avê da man.
Li seranserê navçeyê ev hefteyek e ku barana bi navber dibare bû sedema rabûna çemên Badişan û Muradê.
Ava di ser çeman ra avêt Deşta Milazgirê da ber xwe û bi qasî 50 hezar dekar erdên ajotî di bin avê da man û zirar dîtin.
Serokê Odeya Ziraetê ya Milazgirê Tahsîn Kiliç diyar kir ku nêzî 50 hezar dekar zeviya ajotî di bin avê da ma û wiha pê da çû: "Barana li ser hev barî cotkar mexdur kir. Em li bendê ne ku av vekişe. Em ê dakevin nav zeviyan zirar û ziyanê tespît bikin. Ji hemû cotkarên me ra derbasî be."