02 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
MÛŞ
Li Akpinara gundê girêdayî navenda Mûşê dest bi berhevkirina sêvan kirin.
Alî Koçê rêncberê sêvan got sêvên ku diçinin li dezgehên ku datînin ser rêbejên Bidlîs, Bulanix, Varto, Xinûs û Milazgirê difroşin.
Koç diyar kir ku 20 sal berê koçî Orhangaziya navçeya Bursayê kirine, zivistanê li wê derê disekinin û havînê jî tên li gund rêncberiya mêwe û sebzeyan dikin û pê nanê xwe bi dest dixin.
Koç diyar kir ku qasî mehekê sêvan difroşin û wiha got: "Sêvên ku jin ji daran diçinin em tînin li dezgehên ku datînin rexê rê difroşin. Hinekên wan jî bi topten difroşin markêtan. Li gundê di salê da qasî 5-6 ton sêvên havînê tên çînin. Em havînê bi rêncberiya mêwe û sebzeyan va nanê xwe bi dest dixin."