Haydar Şahin
25 Nîsan 2020•Rojanekirin: 26 Nîsan 2020
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê Cemîle Kiliça 90 salî ya ji ber vîrusa koronayê dihat dermankirin bi ser ket û rind bû.
Eqrebeyekî ji Stenbolê hatibû gund Kiliça dayika 8 zarokan a li Eşmeya gundê Sîlvanê dijî ziyaret kir.
Kesê hat ziyaretê demekê şûnda aciz bû û rakirin nexweşxaneyê. Di kontrolan da tesa eqrebe pozîtîf derket, Kiliç jî çendekî şûnda aciz bû û malbata wî li ser vê ket şikê û Kiliç birin nexweşxaneyê.
Ekîbên Sewêsa Acil a 112ê Kiliç ji gund hildan û birin Nexweşxaneya Dil a Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya ku wekî nexweşxaneya pandemiyê hatibû amadekirin. Di testa li vê derê hat kirin da Kiliç pozîtîf derket û li vê derê hat dermankirin.
Piştî dermankirinê Kiliç rind bû û vegeriya gundê xwe, ew ê 14 rojan li malê di karantînayê da bimîne.
Kiliçê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji tedawiya li nexweşxaneyê dît gelekî memnûn bû.
"Xebatkarên tenduristiyê gelekî eleqedar bûn. Bi saya wan ez rind bûm. Xwedê ji wan razî be."
Kiliçê got ji ber ku dîsa hat mala xwe û gihîşt zarokên xwe gelekî kelecanî bû.
Selamî Kiliçê kurê wê jî diyar kir ki diya wî li gund bi kekê wî ra dijî.
Kiliç diyar kir ku dema diya wî nexweş ket û dest bi dermankirinê kirin her roj li nexweşxaneyê geriya û agahî dan wî û wiha pê da çû: "Em ji xebatkarên tenduristiyê ra gelekî sipas dikin. Her roj agahî didan me. Me diya min nedidît lêbelê xeberên wê hildidan."
Kiliç got ku tedawiya diya wî baş derbas bû û wiha axivî: "Gotin ligel emrê wê diya min nexweşî bi hêsanî derbas kir. Diya min bi hewla personelên tenduristiyê gihîşt siheta xwe."