27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Zarokên li Diyarbekirê dijîn beşdarî şahiya bafirokan a ku ji hêla Şaredariya Mezin a Diyarbekirê va hat lidarxistin, bûn.
Bafirokên rengîn ên zarokan esmanê navçeya Sûrê xemilandin.
Otobêsên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê 90 zarokên mexdûrê terorê, penaberên sûrî, yên kêmendam û yên feqîr birin li ber Pira Dehderî ya dîrokî. Zarokan li vir bi mamosteyên xwe va bafirokên xwe çêkirin û pişt re bafirokên xwe yên rengîn li esman firandin.
Navçeya Sûrê ya ku par dengê çek û teqînan lê dihat vê carê bi dengê coş û şahiya zarokan ve olan da.
- "Min cara ewil bafirok firand ez pir kêfxweş im"
Ji zarokan Sila Elahmet ji nûçegihanê AAyê re got ku ew pir kelecan e û wiha axivî: "Min cara ewil bafirok firand, ez pir kêfxweş im. Spasiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê dikim."
Emîne Aydinê jî kelecan, coş û şahiya xwe anî ziman û got ku ew jî cara ewil e bafirokê difirîne û wiha dewam kir: "Hevalên min jî pir kêfxweş bûn. Hinekan cara ewil e ku bafirok firandin. Em dixwazin çalakiyên wiha xweş car din bên kirin."
Mustafa Muhacir jî got ku ew cara ewil e bafirokê difirîne û ji ber vê kêfxweş e.
- "Çalakiyên bi vî rengî wê car din bên kirin"
Rifat Mertogluyê Midûrê Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê got ku bi vê çalakiyê ve zarokan bafirok firandine û mamosteyên wan jî alîkariya wan kirine.
Mertoglu anî ziman ku bi daxwaza Şaredar Cumalî Atîlla ve çalakiyên bi vî rengî wê car din bên kirin.