Adsız Günebakan
18 Adar 2025•Rojanekirin: 25 Adar 2025
Baxçeyê Botanîk ê Gazîentabê, bi destpêka biharê ra bi kulîlkên sor, zer, sipî û tûrenc xemilî.
Baxçe li navenda bajêr di sala 2009an da li ser erdekî bi qasî 17 hezar metroçarçik hat danîn û tê da nêzîka 1000 cure giya hene ku ji kûlîk, dar û berên curbicur pêk tên.
Li parka botanîk ku di nava wê da gol, pireya darîn, qamêlya û rêyên bi keviran raxistî hene, bi destpêka biharê ra bû navenda cumbuşa rengan.
Rêvebera Şaxa Lêkolîn Sepan û Hilberîna Giyayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Banu Gokçekê ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku li Baxçeyê Botanîk ê Gazîentabê, 11 baxçeyên dîzayna taybet û nêzîka 1000 giyayên curbicur hene. Dîmeneke xweş lê ye, bûk û zava tên û fotografan lê digirin."