Ömer Tarsuslu
04 Gulan 2024•Rojanekirin: 11 Gulan 2024
Li Qersê piştî zivistana dûr û dirêj berf heliya û kulîlkên biharê reng dan siruştê û cihên dîrokî xemilandin.
Piştî derbasbûna zivistanê bi awayekî dijwar, li Qersa ku pileya germayê lê bilind dibe, bi helîna berfê ra daran dest bi vedana kulîlkan kir.
Li bajêr bi rengawrengbûna siruştê ra, cihên dîrokî jî xemilîn. Li quntara keleha Qersê darên ku kulîlk vedan, dîmenekî xweşik derxistin holê.
Kulîlkên derdora Gola Çaliyê ku yek ji bilindtirîn golên welêt e, bi rengên xwe yên cihê cihê silav dan biharê.
Geştyarên xwemalî û biyanî yên ku tên herêmê di nava gul û kulîlkan da fotografan dikişînin.