Okan Coşkun
18 Adar 2025•Rojanekirin: 25 Adar 2025
Li Meletiya ku li welêt bajarek e ku herî zêde hilberîna mişmişan lê tê kirin, darên mişmişan kulîlk vedan û bûn mîna bûkên xemilandî.
Li Meletiya ku weke "paytexta cîhanê ya mişmişan" tê bi navkirin, tevî ku destpêka biharê ye nava rojê germahiya hewayê lê digihije 15-16 pileyan û ji ber vê darên mişmişan kulîlk vedan.
Bi vedana kulîlkên daran, cihên nîştecihiyê yên di navbera baxçeyên mişmişan li newala Meletiyê, spî venuxumî.
Li bajarê ku nêzîka 9 milyon darên mişmişan lê hene, bi vebûna kulîlkan hilberîneran dar derman kirin û hewl didin wan ji nexweşiyan biparêzin.
Hilberînerê mişmişan Erol Işık ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku li navçeya bi vebûna kulîlkên mişmişan dîmeneke xweş derketiye holê.
Işık anî ziman ku welatî ji vê dîmena spî hez dikin û got, "Baxçeyên mişmişan bi bişkiftina kulîlkên daran sipî bûn. Hemî alî weke bûkeke kiras spî xuya dike. Darên li navçeya Kaleyê zû kulîlkan didin û fêkî li wan dikeve. Nuha em karê dermankirinê birêva dibin, karûbarên baxçeyan destpê kirin. Xelk diçin û tên fotografan dikişînin. Hewa pak e, bêhna kulîlkan difûre. Seranserê newala bi kulîlên sipî xemiliye."