Orhan Pehlül
23 Îlon 2021•Rojanekirin: 24 Îlon 2021
Numan Sunarê ku li Golcuka navçeya Kocaeliyê baytarî dikir dev ji karê xwe û herêmê berda tevlî xanima xwe Rabia Sunar a endezyara bilind a ziraetê ye vegeriya Besniya navçeya Adiyamanê û dest bi çandîniyê kirin.
Malbata Sunar a ji qelebalixiya bajêr aciz bûbûn 20 sal berê vegeriyan Konukluya gundê ser Besniya navçeya Adiyamanê dest bi xebatê kirin. Malbatê ewilî 800 donim zeviya aîdê wan bû bi dozer û makîneyên kar va ji bo çandiniyê amade kir û li qasî 400 donimî çiklên bêhivan danîn.
Keda ku 20 sal berê dan her ku çû xwe nîşan da û ew niha salê nêzî 100 ton behîv ji ser darên xwe berhev dikin û difiroşin.
Sunar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di sala 1986an da koçî Golcukê kirin û wî jî piştî lîseyê Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Stenbolê xilas kir.
Di berdewamiya axaftina xwe da Sunar got ku dema baytarî dikir dixwest bi çandiniyê ra jî eleqedar bibe û avakirina çêwlikekî xeyala wî ya herî mezin bû û wiha dewam kir: "Min çakêtê xwe hilda û ez hatim. Di vê heyamê da piştgiriya herî zêde xanimê da min. Xanima min endazyara ziraetê ye û li vê derê wek şirketeke malbatî em kar dikin. Ew şêwirmenda me ye ji avdanê bigir heta dermankirinê çi hewce bike ew pê ra eleqedar dibe û rê nîşan dide."
Rabîa Sunarê jî destnîşan kir ku bi pergala çandiniya çêtir va ew berên baş radikin û wiha domand: "Niha bi qasî 12 hezar darên me yên bêhîvan hene. Muteşebîsiya jinê jî xweşe. Her jin dikare ji heq bê der û bi taybetî divê meriv wêrek be, netirse."
Sunarê ji sazî û dezgehên alîkariya wan kirine ra jî spas kir.
Alî Yetkînê ku wek endazyarê ziraetê di Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanê da wezîfedare got ku li bajêr ji bo danîna bêhivan hewleke zêde heye û ragihand ku îsal ji Adiyamanê bi qasî 18 hezar ton behîv hatin berhevkirin.
Yetkîn destnîşan kir ku behîv tehmeke bi berekete û dahata jê tê jî zêdeye û ji ber vê jî bala welatiyan zêdetir dikişîne.