27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
KOCAELÎ
Li Golcuka navçeya Kocaeliyê di navbera du grûbên ji Sûriyeyê yên ku fitbol dilîstin da şer derket û di encamê da 2 bira bi derbeyên kêrê birîndar bûn.
Li gor agahiyê, li taxa Degîrmendere Ataturkê sûriyeyiyên ku fitbol dilîstin ji ber sedemeke ne diyarkirî nîqaş derket.
Herwiha li dû nîqaşê şer derket û birayên ji Sûriyeyê Mehmûd (25) û Ebdullah Essaîr (26) bi destê kesên nenas hatin kêrkirin.
Li ser îxbara kesên li derûdorê, ekîbên polês û tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin. Herwiha birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golcukê.
Eşkere bû ku rewşa birîndar Mehmûd Essaîr cidî ye.
Xebatên desteserkirina berşikan berdewam in.