MARDÎN
Belgefîlma jiyana macarên ku piştî şerê Awistirya û Macaristanê xwe sipartin dewleta Osmanî û peyra jî li Mêrdînê bi cî bûn, hat kişandin.
Derhêner Halîl Aygunê ji Mêrdînê ji bo jiyana macarên ku hatine Mêrdînê bikşîne proje amade kir û pêşkêşî Wezareta Çand û Tûrîzmê kir.
Wezaretê proje qebûl kir û belgefîlma ku budçeya wê 20 hezar lîre ye, bi destê tîmeke ku 7 kesan pêk tê, li Enqere, Mêrdîn, Nisêbîn û li ser sînorê Sûriyeyê hat kişandin.
- "Malbatan qala jiyana xwe kirin"
Aygun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Min berê belgefîlmên bi navê 'Dom', 'Çû' û 'Bûkên Sûriyeyî' kişand. Di sala 2013an da belgefîlma min a bi navê 'Dom' di kategoriya kurtebelgefîlmê ya TRTyê da bû yekemîn. Min bi heman belgefîlmê di mihrîcanan da 26 xelat û 8 plaket wergirtin."
Aygun destnîşan kir ku di sala 1848an da di şerê Awistirya û Macaristanê da macar têk diçin û xwe dispêrin dewleta Osmanî û wiha got: "Min bihîst ku neviyên macaran li Mêrdînê dijîn û min biryar da ku ez jiyana macarên li Mêrdînê dijîn bikim belgefîlm. Min projeya xwe ya 'Macarên Mêrdînê pêşkêşî wezaretê kir û hat qebûlkirin, peyra min dest bi kişandina belgefîlmê kir."
Aygun diyar kir ku kişandina belgefîlmê qederê 5 mehan li Enqere, Mêrdîn, Nisêbîn û li ser sînorê Sûriyeyê dewam kir.
Aygun destnîşan kir ku wezaretê 20 hezar lîre da projeyê û wiha got: "Ji ber ku budçeya me têrê nekir, me beşên li Macaristanê nekişandin. Tîma me ji 7 kesan pêk dihat. Me belgefîlm temam kir û pêşkêşî wezaretê kir. Di belgefîlmê da bi taybetî em bi malbatan ra axivîn û malbatan qala jiyana xwe kir."
- "Em ê belgefîlmê di gelek mihrîcanan da nîşan bidin"
Aygun wiha axivî: "Me xwest nîşan bidin ku li Mêrdînê ji xeynî kurd, tirk û ereban macar jî dijîn. Em ê belgefîlmê di gelek mihrîcanan da nîşan bidin. Bi saya belgefîlmê wê haya gel ji macaran çêbe."
Aygun destnîşan kir ku em ê bi belgefîlmê macaran bidin nasandin û wiha got: "Ya rast ev çîroka min e. Li welatê min dijîn û haya min ji wan tuneye. Hêvî dikim ku belgefîlm were ecibandin."
- "Em ji kurd, tirk û ereban hez dikin"
Erdal Macarê ku li Mêrdînê dimîne destnîşan kir ku li gor bav û kalên me dibêjin 160 sal berê ji Macaristanê koç kirine û wiha got: "Wê demê ji împeratoriya Macaristanê nêzî 250 kesî koçî dewleta Osmanî kirine. Yên ku bûne misilman çûne Helebê, yên xiristiyan jî li nêzî Kutahyayê bi cî bûne."
Macar diyar kir ku ji van malbatan hin malbat peyra çûne Macaristan, Îngilistan, DYA û Kanadayê û wiha got: "Bavê kalikê Ehmed Şakir ku wê demê çûye Helebê, li Erebistana Siûdî hatiye wezîfedarkirin. Demekê li wir xebitiye û li Humûsê wefat kiriye. Kalikê me Yehya Çelebî jî piştî mirina bavê xwe li Mêrdînê bi cî û war bûye. Di dema Osmaniyan da nasnava "qazî" û di dema Komarê da jî 'hakimê lêpirsînê' danê."
Macar destnîşan kir ku bi salan e li Mêrdînê dijîn û wiha got: "Em ji kurd, tirk û ereban hez dikin."
Macar got em gelekî kêfxweş in ku jiyana macaran dibe belgefîlm û wê ji pêşerojê ra bimîne.