Abdullah Tel
11 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Li Arabana navçeya bajarê Gazîentabê ya bi xwarin û tehmên xwe yên curbecur ku wek paytextê gastronomiyê tê zanîn, berhevkirina zebeşan dest pê kir.
Cotkarên li navçeyê Arabanê wek berê duyemîn li Deşta Arabanê zebeş ajotin û niha jî berhevkirina zebeşên bi ser xwe da hatine dest pê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Arabanê Hasan Altun daxuyanî da rojnamegeran û got ku îsal li zeviya ji 6 donimî pêk tê zebeş ajotin.

Altun destnîşan kir ku zebeşê Aranaê ji ber tehm û ekla xwe xwedî tehmeke xweşe û ji çar aliyê Tirkiyeyê ra tê şandin û li ser tezgahan tê firotin.
Di axaftina xwe da Altun diyar kir ku kîloya zebeşê Arabnê di navbera lireyek 30 qûriş û lireyek 70 qûrişî da tê firotin û wiha pê da çû: "Zebeş hêj li nav zeviyê ne tên firotin paşê wan dikin kamyonan û dişînin cihê ku wê lê bê firotin. Îsal zebeş baş bûn sala par cotkaran ji donimekî erd bi qasî 5 ton zebeş rakirin lê îsal ev 7-8 ton bû."