Piştî ku xeta îsaleyê ya li gundê Sarikayaya girêdayî navçeya Erebanê xira bû, gundî pêdiviya xwe ya avê ji ava vexwarinê ya li gundê Tetîrliya girêdayî Besniya navçeya Adiyamanê ya du kîlometro û nîv dûrî gund, dikşînin. Gundiyan diyar kir ku ev çendî çend sal in ku erizeya di xeta ava vexwarinê de nehat çareserkirin û xwestin ku dawî li vê azara wan bê.
Mixtarê gundê Sarikayayê Mehmet Yildiz got ku nifûsa gund hezar û 100 kes e û li gund pirsgirêka ava vexwarinê heye û gundî her roj li ser pişta keran avê dikşînin.
Yildiz bal kişand ku bi germahiya meha remezanê ve û hewcedariya ava vexwarinê zêde bû. Yildiz axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di vê meha remezanê de germahiya hewayê derdikeve 40-45 pîleyan. Jin û zarokên me bi hesp û keran ji ser kaniya du kîlometro û nîv dûrî gund, avê dikşînin. Li gundê Teterliyê 5 sal beriya niha bi sondajê ji bo ku pez û dewar jê vexwin av hat derxistin, lê ev nayê bikaranîn. Em ji rayedaran dixwazin ku vê ava vexwarinê bînin gundê me."