Şal û şapik ji îşlik û şelwar pêk tê û Mesûd Barzanî di ziyaretên xwe yên fermî û gera derveyî welêt de li xwe dike û li Kurdistanê bajarên Hewlêr, Dihok û Sîlêmaniyeyê ji hêla mêran ve pir tê hezkirin. Her çiqas mêr cakêt û şal li xwe bikin jî gelekên wan di rojên taybet de dev ji şal û şapikan bernadin.
Ji ber ku cil û bergên rehet in kal gelek caran van kincan li xwe dikin. Karmendên di ofîsên dewletê de dixebitin jî dema ku bixwazin dikarin şal û şapikan li xwe bikin.
Sûka terziyan ya di hundirê Bazara Qeyseriyê ya Dîrokî de ye di van rojan de kar zêde ye. Ji ber ku muşterî pir in terzî bi şev jî dixebitin û ji ber vê jî ne aciz in.
Evdilrezak Mihemed Mistefayê dirûnker diyar kir ku rojên ew herî zêde dixebitin rojên beriya Newrozê ne. Qumaş ji Çîn û Hindistanê tê an jî li Dihokê ji mûyê bizinan tê çêkirin.
Mistefa got ku bihayê qatek şal û şapik ji 80ê dolarî dest pê dike û wiha got: "Li gor daxwaza kiryaran bihayê cilan dibe 200 dolarî jî. Lê qumaşê ji mûyê bizinan yê ku jê re dibêjin merez qumaşekî bi taybet e û bihayê wê di navbera 1500-2000 dolarî de diguhere."
- Zêdetir rengên xakî û hineyê tên tercîhkirin
Mistefa diyar kir ku gelek kiryarên wî yên navdar hene lê ew naxwaze navên wan eşkere bike.
Dirûnker Karwan Evdila jî diyar kir ku zêdetir rengên xakî û hineyê tên tercîhkirin û wiha got: "Ev reng ji ber ku biharê bi bîr tînin zêde tên tercîhkirin. Ji bilî vê mirov hênik digrin. Ji ber ku hewa pir germ dibe reş nayê xwestin."
Hostayê şal û şapikan Ejin Cemîl jî diyar kir ku ev şikl û şemal ji hêla Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ve hatiye diyarkirin û wiha got:
"Kesên navsere Mesûd Barzanî dişopînin. Ew çi li xwe bike ew jî heman tiştî ji dirûnkeran dixwazin. Barzanî zêdetir şapikên rengên wan xakî û hineyî yên ku bêrika wan heye û bi fermar in li xwe dike. Ciwan jî zêdetir Nêçîrvan Barzanî dişopînin. Barzanî rengên dişibe reş li xwe dike û yên bê bêrik li xwe dike. Gelek kes jî ji cilên wî dixwazin."
- "Roja cil û bergên kurdî"
Hikûmeta HKIyê ji bo ku gel zêdetir şal û şapikan li xwe bikin her sal 8ê adarê wek "Roja cil û bergên kurdî" bi nav dike. Karmend, xwendekar, jin û mêr hemû welatî ji bo vê rojê cil û bergên kurdan ên taybet li xwe dikin.