ÎSTANBÛL
Li gor doneyên ku nûçegihanê AAyê ji Eûrostatê berhev kir, Tirkiye sala par bi nifûsê xwe yê ciwan ê bi 18 milyon û 862 hezar û 319 kesî ve li Ewropayê bû dewleta yekem ku herî zêde nifûsê ciwan lê heye.
Nifûsê ciwan ê Tirkiyeyê ji tevahiya nifûsê ciwan ê 24 dewletên Ewropayê zêdetir e. Tirkiyeyê bi nifûsê xwe di sala 2013an de jî nifûsê giştî yê 29 dewletên Ewropayê derbas kir.
Di lîsteyê de bi nifûsê xwe yê ciwan ê 14 milyonî ve Almanya, bi 12,5 milyonî ve Îngilistan, bi 11,8 milyonî ve Fransa û bi 9 milyon û 162 hezar û 927 kesî ve Îtalya li pey Tirkiyeyê tê.
Li Ewropayê dewleta ku herî kêm nifûsê ciwan lê heye Lîhtenştayn e û nifûsê Lîhtenştaynê yê ciwan 6 hezar û 680 kes e.