12 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
HAKKARÎ
Ji bo heywandariya pêz Hekarî bajarekê girîng e. Serî kete pêz û dest pê kirin dizên û berxên ku wek mizgîniya biharê tên zanîn tînin.
Her sal li gundan di dawiya sibatê û serê adarê da pez dizê û xebata heywandarên ku pêz xweyî dikin zêde dibe. Heywandarên li gundên Yuksekovayê di nav şert û mercên giran ên zivistanê da heywanên xwe xweyî dikin di zayîna pêz va ketin telaşeke din.
Heywandar ji bo berxên xwe kozikan çêdikin û gihayê herî xweş didin berxan û ji alîkî va jî berxên ku makên wan tunene jî bi bîberonê xweyî dikin.
Heywandar miyên ku şirê wan zêde ne didoşin şîrê wan didin berxên bêmak an jî yên şîrê maka wan kêm in. Berxên ku bi bîberonê tên xweyîkirin didin pey kesên ku wan xweyî dikin û xwe li delinga wan didin. Heywandar ji bo ku berxan ji sermayê biparêzin gelek hewl didin û dema ku diwestin jî berxan didin hemêz xwe û bîna xwe didin.
Necîp Aslanê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev 30 sal e heywandariyê dike.
Aslan destnîşan kir ku debara xwe bi heywandariyê dikin, hem ji goştê wan hem jî ji şîrên wan îstifade dikin. Aslan diyar kir ku her di meha sibatê da serî dikeve pêz û dest bi zayînê dikin û wiha pê da çû:
"Heywandarî ji bo me zehf girîng e. Ji bo ku heywandarî dewam bike em girîngiyê didin ser berxan. Motanî çavên xwe wan xweyî dikin. Ji bo berxên ku şîrê maka wan kêm in em tevdîran distînin. Miyên din didoşin û bi bîberonê şîrê wan didin van berxan. Em wana bi destê xwe xweyî dikin. Lewra berx ber û berekt e, berx mizgîniya hatina biharê ye.