16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
BÎNGOL
Li Sariçîçeka gundê Bîngolê ji asîman perçeyên meteorê ketin. Li ser îdiaya ku ev perçe pere dikin, gelek kes heta bi şev jî li kevirên ku ji asîman ketin, digerin.
Li ser gotegota ku gotin, kesên ku perçeyên meteorê firotin û pê dewlemend bûn, ji 100 kesî zêdetir bi xeyala dewlemendbûnê berê xwe dan gundê Sariçîçekê ku meteoran bibînin. Li vî gundî perçeyên meteoran di 2yê îlonê da ketibûn.
Piştî ku tarî ket erdê ji 100 kesî zêdetir dan aletirîkên xwe û hatin gund. Ev kes heta destê sibê li meteoran geriyan. Welatiyan got ku di tariyê da dema ku ronahiya aletirîkê dide meteoran, meteor diçilwilin û ew bi vê rêbazê zêdetir keviran dibînin.
Mixtarê Gundê Sariçîçekê Ahmet Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku welatî dema ku nava rojê keviran nabînin, bi şev didin aletirîkên xwe û li keviran digerin.
Arslan got ku welatî şev û roj li keviran digerin û wiha dewam kir:
"Bi aletirîkê hêsantir tên dîtin, lewra di ronahiya aletirîkê da kevir diçilwilin. Ji ber vê her kes bi şev diçe li keviran digere. Heta niha 7 kîlo hatine firotin, hê li cem gundiyan bi qasî 20 kîloyî kevir hene. Ji ber ku li ser bihayê wan li hev nakin, keviran nafiroşin. Kesên ku ji bo keviran bistînin tên gund, serê gramê 40-50 dolar rayîşê didin keviran, lê gundî zêdetir dixwazin. Lê kêrî çi tên ez nizanim."