Mehmet Şîrîn Askayê (45) ku li navçeya Guroymakê dijî, bi zikêşê çû Nexweşxaneya Bitlisê ya Dewletê, hîn bû ku di ziravê wî de 265 kevir henin.
Piştî muayeneya li polîkilînîka Cerahiya Giştî, hat dîtin ku di ziravê Dogan de kevir hene. Li ser vê yekê Op. Dr. Tolga Kafadar nexweş emeliyat kir.
Bi emeliyatê ji ziravê nexweş 265 kevir hatin derxistin û bijîşk li hemberê vê yekê şaş û metel man.
Bijîşk Kafadar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku nexweş bi zikêşê hat nexweşxaneyê. Di encama lêkolîn, tehlîl û tetkîkan de tespîk kirine ku di ziravê nexweşde kevir henin.
Kafadar, got ku ji bo nexweş zêdetir êşê nekêşe, wî emeliyat kirin û wiha dewam kir: "Di emeliyatê de kevirên ku ziravê nexweş de me dît, em şaş kirin. Lewre me ewqas texmîn nekiribû, ziravê nexweş tijî kevirbûn."
Kafadar piştî emeliyatê da zanîn ku rewşa nexweş baş e û dê nexweş çend roj şûn de tabûrcî bikin. Kafadar, destnîşan kir ku li Bitlis û derdora Bitlisê gelek kes li vê nexweşiye dikevin.