Abdullah Tel
28 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ku devera herî bilind a Tirkiyeyê ye bi germbûna dinyayê va bihar jî êdî bi reng û rûşikên xwe deng vedide.
Li Îdirê çîçekan rengbireng vekirine, zevî şîn bûne, bi helîna berfê va ava çeman zêde bûye û ji aliyekî va jî kêzikên ser û binê erdê êdî xwe nîşan didin.
Di demsala biharê da sirûşt mîna ku ji nû va bi ser xwe da hatibe wekî bûka baranê reng reng dibe.
Kêzikên pir cûre ku di nav ax, xwelî dar, devî, kevir û gelek cihên cûrbecûr da xwe nîşan didin mîna egîdên veşarî yên sirûştê dixebitin û wezîfeya ji bo wan hatiye kifşkirin dibin serî.