Abdullah Tel,Haydar Şahin
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 24 Mijdar 2020
Li Qersê siwarên hespan yên ku cirîdê dikin bi pêşbaziyên dostane va xwe ji niha bo organîzasyonên ku wê li ser berfê bên kirin, amade dikin.
Di nav gelê Anatolyayê da cirîda ku wek pêşbaziyeke kevneşopî tê zanîn bi sedan sal e li Qersê dewam dike û li wê mîratê xwedî tê derketin.
Li Selîm û Sariqamîşa navçeyên Qersê û gundên wê bi salan e ku cirîd tê kirin û ev pêşbazî di heman demê da ji bo yekîtî û bihevratiya di nav civakê da gelekî bi kêr tê.
Cirîdvanên ku serê sibehê zû radibin hespên xwe amade dikin dadikevin gundan û dest bi pêşbaziyên dostane dikin.
Hezkirên cirîdê ku ji niha va dest bi amadehiyan kirine li ser pişta hespê merîfetên xwe nîşan didin û dilê temaşevanan xweş dikin.
- "Em li mîrata bav û kalên xwe xwedî derdikevin"
Serokê Kûluba Spora Cirîda Gundê Koşapinarê û Nûnerê Bajêr ê Şaxên Sporên Kevneşopî Ahmet Yîgît daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew wek kûlub û sporvan li cirîda mîrata bav û kalan e xwedî derdikevin.
Yîgît destnîşan kir qasî ji destê wan tê ew li cidîrê xwedî derdikevin û wiha domand: "Em li mîrata bav û kalên xwe xwedî derdikevin û dixwazin ku bila cirîd dewam bike. Ji xwedîkirina hespan bigire heta hemû pêwîstiyên din em bi xwe çareser dikin. Heke Walîtî, şaredarî û rêveberiyên herêmî li ser vê meseleyê bisekinin û alîkariyê bidin em ê çêtir û baştir li cirîda ji me ra mîrat maye xwedî derkevin. Nifşên nû jî wê hînî vê bibin. Li gundên van deran herkes dixwaze li cirîdê xwedî derkeve. Em pêşbaziyên xwe li gundan dikin."
Yîgît got zivistanê eleqeya nîşanî cirîda li ser berfê didin zêde dibe, hin kes ji dervayê welêt tên ku temaşe bikin, mêvan jî eleqeyê nîşan didin.
Yîgît got werzişvanên biyanî ji bo temaşeya vê sporê tên bajêr û wiha axivî: "Vîrusa koronayê li hemû dinyayê tesîra xwe nîşan dide lêbelê pêşbaziyên cirîtê li gor mesafeya fizîkî tê kirin. Turîstên xwecî û biyanî bi rihetî dikarin werin temaşe bikin. Werin em bi hev ra vê sporê bidomînin."
- "Ev çanda were domandin, winda nebe"
Orhan Kemal Oktayê cirîdhez jî got dawiya hefteyê pêşbaziyên dostiyê yên li gundan tên kirin temaşe dike.
Oktay destnîşan kir ku kal û bavên wan bi sedan sal in cirîdê dikin û wiha axivî: "Em jî ji bo domandina vê çandê piştgiriyê didin. Cirît li gundan tê domandin, heke piştgiriyê bidin werzişvanan ew ê baştir bibe. Bira ev çanda were domandin, winda nebe."
Bariş Ozbaşê ziyaretvan jî got bi hevalên xwe ra ji Stenbolê hat ku vê sporê temaşe bikin û wiha axivî: "Ji ber ku werzişa kal û bavên me dewam dike em kêfxweş in. Ji bo temaşekirina cirîdê ji gelek ciyên dinyayê tên vê derê. Memleketê me gelekî xweş e."