İbrahim Atmaca
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
MUŞ
Li Mûşê welatiyên ku bi heywandariyê debara xwe dikin, gîhayê xwe li patozê dixin û ji bo zivistanê alifê heywnên xwe amade dikin.
Midûrê Xurek Çandinî û Heywandariyê yê Bajarê Mûşê Mehmet Aydin daxuyanî da rojnamegeran û got ku Mûş li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji aliyê çandinî û heywandariyê va bajarekî girîng e.
Aydin diyar kir ku ji aliyê reşandina ketê va îsal rewşa Mûşê baş e û wiha dewam kir:
"Cotkarên me li ser qadeke 600 hezar dekarî ket reşandine. Zeviyên gîha jî ji 700 hezar dekarî zêdetir in. Ji bo ku îsal şilî zehf barî, xêr û bereketa ket û gîha pir zêde ye. Cotkarên me pir kêfxweş in. Cotkarên me heta niha carekê gîha dirûtine û dest bi cara duduyan kirin."