Piştî ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi dengên gel ve bû serokomar, AK Partî jî ji bo kongreya pêşwext amade dibe ku di 27ê tebaxê de li Ankara Arenayê bicive. Ji ber vê çendê li Ankara Arenayê xebat didomin.
Ji bo kongreyê namzedek tenê heye ew jî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ye û rojeva civînê madeyek tenê ye.
Di kongreyê de pêşiyê dê navên endaman bê tomarkirin û pişt re bi hilbijartina endamên Dîwanê, rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê ve dewam kir.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê di kongreyê de wek Serokê Giştî cara dawiyê biaxive. Piştî axaftina Erdogan namzedên Serokatiya Giştî dê serî li Serokatiya Dîwanê bixin, pişt re jî namzed dê biaxivin.
Piştî xêrxwazî û hêviyan, hilbijartina Serokê Giştî dê dest pê bike û piştî ku Serokê Giştî hat hilbijartin dê biaxive û bernameyê kuta bibe.