08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
BİTLİS
Nanê tendûrê yê ku li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di tendûrê da tê lêxistin û zû kartû nabe, ji bo jinên ji Bedlîsê bû kar.
Li Bedlîsê dê û qîz nanê tendûrê lêdixin û derdixin piyaseyê.
Elfesya Toktaş û qîza wê Sîbel Toktaş di dikana ku vekirine da nanê tendûrê difiroşin û welatî jî eleqeyeke mezin nîşan didin.
Sîbel Toktaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Dêya min nanê tendûrê lêdixe. Me xwest ji vê pere qezenc bikin."
Toktaşê destnîşan kir ku ji arê genim nan lêdixin û wiha xeberda: "Dêya min di vî warî da jêhatî ye. Piştî ku ez bi dêya xwe şêwirîm, me biryareke wiha hilda. Dêya min nanê tendûrê lêdixe û ez jî difiroşim. Em nanê tendûrê li markêtan belav dikin. Bi taybetî kesên ku ji derva tên eleqeyeke mezin nîşan didin. Rojane 800 nan tê firotin."
- "Em genimê xwe li aş dihêrin"
Toktaşê diyar kir ku genim distînin û li aş dihêrin û wiha axivî: "Em qalikê genim jê nagirin û tiştekî jî tev nakin. Nanê ku xwê tê da kêm e li gor yên din baştir e."
Elfesya Toktaşê jî diyar kir ku tevî keça xwe dikan vekiriye û got ku em gelek kêfxweş in ku vî karî dikin û debara xwe dikin.