Berfin Sidar Aşit
02 Îlon 2023•Rojanekirin: 03 Îlon 2023
Li Bedlîsê ji ber şewata ku li çolê derket qadeke 12 hektarî zirar dît.
Li texma gundê Yumurtatepeyê ji ber sedemên hê nayê zanîn şewat derket.
Ji ber bayê şewat belav bû û ekîbên Midûriyeta Daristanê û Şaredariya Bedlîsê şewat temirand.
Ji ber şewatê qadeke 12 hektarî zirar dît.