20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
HELEB
Ebû Mustafayê ji sivîlên rojhilatê Helebê yên ku li benda tehliyekirinê ne, hestên xwe bi strana "Xatirxwastina Ji Helebê" va anî ziman.
Mustafayê ku li semtê Amîriye yê Helebê li benda tehliyekirinê ye, bona pirsa nûçegihanê AAyê ya "Der heqê Helebê da tu dixwazî çi bibêjî?" straneke ji herêma Helebê got.
Peyvên strana ku Mustafa ji mîkrofona AAyê ra got wiha ne:
"Ey bajarê ku jiyana min lê derbas bû û digel hemû tengasiyan ez dildarê axa te me, tu bîbika çavên min î, lê ez xatirê xwe ji te dixwazim. Ez bi hêsirên çavan xatirê xwe ji te dixwazim. Ez xatirê xwe ji te dixwazim û li bajarê ku berê min lê ye jî wê êş û eza zêde bin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu du daxuyaniya xwe ya duhê da gotibû ku ji 14ê berfanbarê heya niha hejmara kesên ku ji rojhilatê Helebê hatin tehliyekirin, nêzîkî 20 hezar kesî bû.
Pêrê bi navbeynkariya Tirkiye û Rûsyayê va di navbera hêla muxalifan û hêla rejim û grûbên terorîst ên alîgirên rejimê da rêkeftineke nû çêbibû. Herdu welat bibûn garantorê rêkeftina nû.
Li gorî rêkeftinê tê pêşbînîkirin ku sivîl û muxalifên mayîn ên li rojhilatê Helebê dê îro bên tehliyekirin.