15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
ADANA
Li Aladaga navçeya Edeneyê Sûlavên Kupê bi jiyana derdora xwe ya biyan û xwşikahiya xwe va balê dikişînin û li benda tûrîstan in.
Sûlavên Kupê ji 10 sûlavan pêk tê û 37 kîlometre dûrî navçeyê ye. Rengê daristanên der û dorê her demsal diguhere û dengê av û çivîkan lê kêm nabe.
Tûrîst li qadên der û dorê dimeşin, werzişê dikin, di golên ku ji sûlavan çêdibe da jî avjeniyê dikin û ji deng û qerebalixiya bajarên mezin dûr dikevin.
Kesên ku dixwazin di nav siruştê da tetîlê bikin, dikarin nêzî van sûlavan kon vedin. Ji ber li Çukurovayê havîn pir germ derbas dibe, welatî van deran tercîh dikin.
Şaredarê Aladagê Mustafa Akgedîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sûlavên navçeyê pir xweş in û hêjayî dîtinê ne.
Akgedîk diyar kir, navçe bi xweşikahiya xwe ya siruştî va dawiya hefteyê bala tûrîstan dikişîne û wiha dewam kir: "Ev der dikare ji hemû Rojhilatê Behra Spî ra xizmetê bike, welatî dikarin li vê derê bêhna xwe berdin. Sûlavên Kupê di nav newaleke kîlometre nîvî da cih digrin. Me ji bo vê derê pêlekan û pir çêkirin. Ji keşîfkirina vê xweşikahiyê me xebatên danasînê jî kirin. Kesên ku di nav newalekî da çav sûlavan dikevin, hizûrê dibînin."