15 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
HAKKARÎ
Li navçeya Yuksekovayê ji bo personelên şaredariyê "Perwerdeya Tenduristî û Ewlehiya Kar" hat dayîn.
Semîner li şaredariyê hat lidarxistin. Pisporê ewlehiya kar Îskender Temel û hekîmê kargehê Ferhat Kara der heqê mijarên qezayên kar, nexweşiyên pîşeyî, berpirsiyariyên kardêr û xebatkaran, planên rewşa acil, îşaretên tenduristî û ewlehiyê, şewat, alîkariya ewil, piştgiriya jiyanê ya sereke, birin û anîna nexweş û birîndaran da agahî dan personel.
Perwerde bi pêşandana slaytê va 3 rojan wek pratîk hat dayîn û ji bo personelê serkeftî sertifîka hat dayîn.