03 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Alyona Bedrenyuka ji Ukraynayê ya 15 sal berê wek bûk hat Diyarbekirê, ji ber xeberdan û rûkeniya xwe wek "Hurema Diyarbekirê" tê naskirin.
Bedrenyuka 37 salî ji bo tetîlê tê Antalyayê û bi Omer Îleriyê ji Diyarbekirê re dizewice.
Bedrenyuk li Diyarbekirê bi cî dibe, 4 zarokên wê çêdibin û di sala 2013yan da pençeşêra çerm lê hasil dibe.
Bedrenyuka bi alîkariya malbata xwe ji ber nexweşînê li ber xwe dide bi saya werzişa bodypumpê dixwaze li ber xwe bide.
Bedrenyuka li Diyarbekirê di salona werzişê da dersê dide ji ber xeberdan û rûkeniya xwe wek "Hurema Diyarbekirê" tê naskirin.
Bedrenyukê diyar kir tirkî baş dizane û kêm be jî bi kurmancî û zazakî dizane û wiha got: "Ji ber nexweşîna pençeşêrê ji sedî 75ê çermê min birîn bûye."
Bedrenyukê diyar kir dermankirin zehf zor e û wiha got: "Ji bo jinekê rewşeke zor e. Neynûk ji goşt dibe, por û mijang diweşin û çerm tê xwarê. Bi saya sporê moralê min baş dibe."
- "Diyarbekir ji Ukraynayê xweştir e"
Bedrenyukê diyar kir ku dilê wê pêşiyê kete alaya Tirkiyeyê paşê jî kete mêrê wê, li Diyarbekirê zehf ring hat pêşwazîkirin, çaxa ku hatibû Tikriyeyê tirkî nizanibû û bi alîkariya îşaretên tiliya têkilî datanî.
Bedrenyukê got ku Diyarbekir wek bajarekê cuda xeyal dikir û wiha pê da çû:
"Çaxa ku hatim vê derê şaş û metel mam, min dît ku ferqam vê derê ji Ewropayê tune. Diyarbekir ji Ukraynayê xweştir e. Ciyê min ukrayna nîne Tirkiyey ye. Ez naxwazin ji vî bajarî derkevim. Her sal diçim Ukraynayê û malbata xwe ziyaret dikim. Çaxa ku diçim wê derê zehf bîriya vê derê dikim, ku vedigerim jî têra dilê xwe ava kaniyê vedixwim."
Bedrenyukê destnîşan kir ku bi televizyonê hînî tirkî bûye û bi kitêban jî ziman pêş xistiye, dikare kurmancî biaxive lê belê zazakî bi tenê fehm dike.
- Bi daxwaza xwe bû misliman
Bedrenyukê diyar kir ku zehf ji tirkî hez dike û wiha got: "Ez ji welat û alaya xwe hez dikim. Ji Diyarbekirê hez dikim. Gotineke pêşiyan heye dibêje 'sed carî nebihîze carekê bibîne'. Dibê meriv vê derê bibînin lewra wek ku qalê dikin nîne."
Bedrenyukê got çaxa ku kesên nimêj dikin dîtiye dînê Îslamê mereq kiriye û li ser lêkolîn kiriye, meala Qurana Pîroz a bi tirkî dixwîne û bi daxwaz bûye misliman.