03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
ANKARA
Tîma La Lîgaya Spanyayê Barcelonayê ragihand ku lîstikvanê berê yê şareza Ronaldinho wek qasidê klûbê hatiye tayînkirin
Li gor daxuyaniya malpera klûbê hat ragihandin ku piştî hevdîtinê bi Ronaldinho re gihîştine lihevkirinê û di salên bê de wê lîstikvanê Brezîlyayî di gelen waran de tîma Katalonî temsîl bike.
Herwiha Ronaldinho wê bibe rûyê nû yê markeya Barcelonayê û di musabeqeyên ku stêrkên berê dilîzin de jî derkeve sehayê.
Ronaldinhoyê 36 salî ku yek ji lîstikvanê her baş di orta seheyê de tê nîşandan salên 2003 û 2008an li Barcelonayê lîstibû.