06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
ENQERE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Ûrfayê di merasima komî ya vekirina projeyan de diaxive.
Serokomar Erdogan, bal kişande ser tifaqa rêxistinên terorî û wiha axivî: "Ji ciyê ku rêxistina terorê dihêle DEAŞ, ji ciyê wê FETO û ji ciyê ku FETO dihêle rêxistineke din a terorê nobeta bêbextiyê hildide. Êdî tu kes vê rastiyê nikare înkar bike; hin kes bi taybetî van rêxistinên terorê xwedî dikin, çeka didin, bihêz dikin û dişînin ser Tirkiyeyê. Yên ku nikarin bi mêranî derkevin meydanê bi me ra şer bikin, bi saya rêxistinên terorê dixwazin me bînin hîzayê. Em çi dibêjin, mêr li ber xwe dide û nemerd direve. Em wek gel di dîroka xwe da tu wextê nerevîne."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe behsa êrişên terorî kir û wiha got: "Berdêla her şehîtekî ji bo wan dibe barekî giran. Êdî hûn ê nikaribin werin û li Sûriyeyê van axan dorpêç bikin. Li Qendîlê, bi heman awayî li Başûrê Rojhilatê, li ku derê PKK û PYD hebe, kesên ku li vî welatê terorê didin wê berdêla vê bidin. Yên ku hizûr û aramiya welatiyên min xera dikin wê berdêla vê bidin."
Serokomar Erdogan: "Ji bo me li bin vê alaya bi hîv û stêrk a ku em di bin da dijîn mirin şerefa herî mezin e. Ji wê bonê em dibêjin ku hêz û qeweta tu kesî tuneye ku bi terorê, bi aboriyê vî welatî, vî miletî serobin bike."
Serokomar Erdogan got, "Niyeta rastî a kesên ku bi hinceta DEAŞê her roj bombe di ser Sûriyeyê da dibarandin, çaxa ku Tirkiyeyê ji bo paqijkirina vê rêxistinê operasyon da destpêkirin, derkete holê. kesên ku hetanî do ji me ra digotin 'Çima li dijî vê rêxistinê têkoşînê nadin, îro rabûne ji me ra çi dibêjin gelo hûn dizanin? Zêde pêşda neçin, di 20 kîlometreyê da bimînin. 'Tiştekî wisa tune, hetanî ku vî karî paqij bikin, em ê dewam bikin'."