06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Gişkî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya ji ber gotinên îxanetê rexne kir û got: "Kiliçdaroglu xwest ku ji Birêz Bahçelî ra bibêje 'tu îxanetê dikî'? Îxanetê li çi dike, Birêz Bahçelî? Wisa be em jî îxanetê dikin, tevlî Birêz Bahçelî û herdu partî me ev guhertin kir, ew gotineke pir nexweş e, pê nakeve. Qet bi serokê partiya muxalefet a sereke nakeve. Serlêdana ji bo îradeya gel, ji bo biryara gel gav avêtin wek 'îxanet' divê neyê dîtin."
Serokwezîr Yildirim der barê dengdayîna ji bo pêşniyaza guherandina destûra bingehîn da wiha axivî:"Bi gotegotan emel nabe. Destmêja me temam e û gumana me ji nimêja me tuneye. Koma me 316 îmze daye. Wateya 316 îmzeyan ev e, 'Em wek 316 parlementerên AK Partiyê li pişt pêşniyaza xwe ne û em ê bibêjin erê.' Wek mayîn tiştên ku tên gotin gotegot û xeberdanên bêqîmet in."