Serokê Giştî yê Yêkîtiya Navenda Bazirganên Goştê Sor ê Tirkiyeyê Bulent Tunç daxuyand ku li gor texmîna wan di meha remezanê de bihayê goştê sor wê zêde nebe.
Beriya remezanê behsa bihayê goştê sor tê kirin ku wê biha be an na, lê wisa tê texmînkirin ku wê biha nebe.
Tunç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bihayê goşt di astekî de ye û wiha devam kir: "Bi têra xwe heywan heye, ji xwe pişî remezanê jî cejna qurbanê ye. Em ne bendê ne ku bihayê goştê sor zêde bibe. Hinek dixwazin di piyasê de spekulasyonan bikin lê em ê destûrê nedin wan."
Tunç got ku yên ku dixwazin dikarin hewyanê xwe bi cendekî kîloya wî 23 lîreyan bidin serjêkirin û wiha dewam kir: "Qesab, market û kargehên din li gor taxê û heremê bihayan diguherînin. Lê ya rast divê kîloya goştê qîme bibe30 an 32 lîreyî. Ji vê zêdetir azweriya zêde qezençkirinê ye."