Semih Yüksel
08 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2025
Di navbera Kastamonu û Çankiriyê da Lûtkeya Haceta Mezin a Çiyayê Ilgazê ku bilindahiya wê 2 hezar û 587 metro ye bala siruşthezan dikişîne.
Li lûtkeya ku qalindahiya berfê lê gihiştiye 30 santîmetroyî li ser rêya siruşthez û fotografhezan cih digire.
Çiyayê Ilgazê ku li serê sitran tên gotin, geştiyar ji bo bêhnvedan, meş û girtina fotografan serdana wê dikin.
Yek ji siruşthezan ku Sînan Gorguluyê ku hat Parka Neteweyî ya Çiyayê Ilgazê, ji nûçegihanê AAyê ra behsa bedewiyên siruştî yên Çiyayê Ilgazê kir.
Gorgulu anî ziman ku Kastamonu bi siruşta xwe ya bêhempa mazûvaniya geştiyaran dike û wiha pê da çû:
"Bi taybetî bedewiyên li Çiyayê Ilgazê ji bo meşa siruştê balê dikişîne. Em bi koma xwe ya hevalan ra di nava parkê da meşê dikin û zivistana xwe pê xweş dikin. Em dibin şahidê bedewiyên curbicur. Li ser rêya me ya ku em dişopînin şopên jiyana kovî hene. Ji vê hêlê va jî Çiyayê Ilgazê xwedî cihekî giring e."