Adsız Günebakan
01 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2023
Li Ceylanpinara navçeya Rihayê li herêma nêzî sînor wêne û dîmenê çûkê çolê yê ku kêm tê dîtin ji alî hezkirên wêneyan va hat kişandin.
Endamên Komeleya Hunera Wêneyan ya Gazîentabê (GAFSAD) bi armanca çavdêriya çûkên li Ceylanpinara navçeya Rihayê dest bi xebatekê kirin û çûkê çolê yê ku kêm tê dîtin tespît kirin.
Endamên komeleyê yên ku wek ekîp tevdigerin li herêmê wêneyên çûkê çolê yê ku kêm tê dîtin kişandin û tevî wê dîmenê gelek çûkên din ên li herêmê jî kişandin û dîmenên wan qeyd kirin.
Serokê GAFSADê Yakup Yener daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wek komele xebatên curbecur dikin û wiha domand: "Li komeleya me hevalên ku ji bo wêneyên çûkan bikişînin dixebitin jî hene. Em îro ji bo kişandina çûkên li siruştê bikişînin derketin derva. Ji bo kişandina wêneyên ku li alî me tunene em rabûn û hatin Rihayê. Me dîmen û wêneyê çûkê çolê kişand."