Emrah Yaşar,Yavuz Emrah Sever
01 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Li Eskîşehirê otobêsa rêwiyan qelibî şarampolê û 35 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Eskîşehir-Kutahyayê otobêsa bi plaqeya 26 AEC 333 ku Hakan Karali diajot di kîlometreya 15an da ji rê derket û qelibî şarampolê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê çûn ciyê qezayê.
Ekîbên îtfaiye û tenduristiyê 35 kesên birîndar ji otobêsê derxistin û rakirin nexweşxaneyên li bajêr.