Önder Beyter
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
SÎVAS
Li Suşehriya navçeya Sêwazê darên kişmiş û alûçeyan zû kulîlk vedan.
Li herêmê ji ber ku germahiya hewayê di ser asta demsalê ra ye, li gundê Aşagisarica yê girêdayî navçeyê hin darên kişmiş û alûçeyan zû kulîlk vekirin.
Ligel bedewiya kulîlkên daran û xweşahiya biharê, cotkar û baxvan bifikar in ku heger cardin serma bikeve erdê, wê şexte li dar û berên wan bide.
Xelkê gund Musa Aygun diyar kir ku heger hewa bicemide, şexteya ziraî wê çêbe ku ev yek jî ji bo daran gelekî nebaş e.
Aygun got ku daxwaziya wî ew e ku şexte wê li daran nede û wiha dewam kir, "Heger şexte li daran bide, dibe ku em îsal ji kişmişan ra hesret bimînin. Êdî demsal jî guherî ne. Înşelah wê serma nekeve û ev kulîlk wê necemidin."