İbrahim Atmaca
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Erzincan, Agirî û Îdirê wê şilî, şilope û berf bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li Rojhilatê Anadoluyê hewa wê ewrayî be û dem bi dem baran û berf tê payîn.
Li gor texmînê li herêmê wê danê nîvro li Erzincan, Agirî û Îdirê û hêla başûrê Erziromê şilî, êvarê jî li giştiyê herêmê şilî, şilope û berf bibare.
Li herêmê li gor germa demsalê germa hewayê wê 2 û 4 pile zêde be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 9, li Tuncelî û Erzincanê 5, li Qers, Erdêxan û Agiriyê pileyek, li Erziromê jî di binê sifrê da 2 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî wê li Tuncelî û Îdirê 14, li Erzincanê 12, li Erdexanê 8, li Qers û Agiriyê 7, li Erziromê 6 pile be.
Li navendên bajêr qalindahiya berfê li Erdêxanê 4, li Erziromê 2, li Qersê 3 pile hat pîvan.
Li navendên kaşûnê jî qalindahiya berfê li Erganê 135, li Sarikamîşê 78, li Palandokenê 76 û li Yalnizçamê 31 santîm hat pîvan.
Rayderan ji bo cemed, qeşa û talûkeya şepeyê hişyarî da welatiyan.
- Li Erzirom û Agiriyê rêya 20 niştewaran girtî ye
Li herêmê berf û bager dem bi dem dibare û li Erzirom û Agiriyê tengasiya çûyîn û hatinê çêbû.
Berf û bagerê rêya 11 taxên çiyayî yên Erziromê û 9 gundên Agiriyê girt.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê û Îdareya Taybet a Bajarê Agiriyê ji bo vekirina rê dixebitin.
Ekîb ji aliyekî va jî ji bo ku rê cemed negirin, rêyan xwê dikin.