Önder Beyter
10 Adar 2020•Rojanekirin: 11 Adar 2020
Karliovaya navçeya Bîngolê ku raqima wê 1940 e, jin bin berfa dawîn a demsalê dertê.
Li Karlovaya ku nifûsê wê 12 hezar û ji wan navçeyên Tirkiyeyê ye ku şertên zivistana wê gelekî giran in, bi germbûna dinyayê ra berfa dawîn a demsalê jî tê paqijkirin.
Berfê bi kamyonan dibin dervayî navçeyê vala dikin û her wiha zarok jî bi berfê dilîzin û kêfa xwe dikin.
Li navçeyê berfa dawîn a demsalê ji bo zarokan derfeta lîstikê ye. Zarok di wextê xwe yê piştî dibistanê da li ser berfê xwe dişiqitînin û her wiha xwe didin ber tavê.
Ji zarokan Uveys Temiz diyar kir ku îsal zivistan pir sar derbas bû û her wiha bi germbûna dinyayê ra berî ku berfa dawîn jî ji erdê ranebe, ew kêfa xweşiqitandinê dikin.
Berpirsê ekîba paqijkirina berfê ya Şaredariya Karliovayê Huseyin Dogan diyar kir ku bi ketina cemreyê dinya germ bû û her wiha ew jî xebatê dimeşînin ku berfa dawîn a demsalê bi kamyonan derxin dervayî bajêr.
Li navçeyê her wisa heywandarên ku zivistanê pezê xwe di hundir da alif kirin, keysa xwe li germê anîn û li ciyê ku berf ji erdê rabûye, pezê xwe derxistin çêreyê.