09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
HATAY
Jiyana gelê Sûriyeyê yê ku ji ber şerê navxweyî yê ku ev 5 sale berdewam e reviyane, di koçberî û penaberiyê da didome.
Ji ber şer hinekan cîh û warê xwe terikand, hinekan jî di jêr bombebaranan da canê xwe ji dest dan. Her Sûriyeyiyek ku kariye di jiyanê da bimîne xwediyê çîrokeke trajîk e. Çîroka Delal Kaddur ya 4 salî ya ku digel malbata xwe ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyaye û hatiye Hatayê û di nav konên penaberan da dijî, tevî sermayê bi cilê havînê digere yek ji wan çîrokan e.
Delala biçûk, di hewayeke wisa serma da, ku car bi car pileya germiya hewayê dikeve 2 pileyan, bi cilê xwe yên havînê, bi tişortekî zendikqut û bi şimikeke ku bê gore xistiye piyê xwe, nîşan dide bê ka di nav çi zehmetiyekê da dijî û bê ka çi bêmîhrîbaniyek bi ser welatê wê da bariye.
Delala ku digel evqas zehmetî xweşikiya dilê xwe ji dest nedaye, çûkê mihebbetê yê ku bavê wê, weke diyarî dayeyê, bûye sebra dilê wê. Delal bi germiya mîhrîbaniya dilê xwe, ya ku ji çûk ra nîşan dide, hewl dide bedena xwe yî weke şitlekê germ bike.