Sererkaniyê ragihand ku li Seraya navçeya Wanê 11 karmendên mihafaza gumrikê ku li Deriyê Sînor ê Kapikoyê wezîfedar bûn û şofêrek bi destê mensûbên rêxistina cudaxwaz hatin revandin.
Li gor daxuyaniya li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê, li Seraya navçeya Wanê 11 karmendên mihafaza gumrikê û şofêrek bi destê mensûbên rêxistina cudaxwaz ya terorê hatin revandin.
Di daxuyaniya walîtiya Wanê ya duh da hat diyarkirin ku minîbêsa ku ajokar û 10 memûrên mihefezaya gumrikê tê da bûn di 21ê tebaxê de piştî kar ji bo ku here navenda bajêr derkete rê lê belê hetanî niha ji wan xeberek nehat hildan.