İbrahim Atmaca
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Fevzî Felhanê ku li Şanliurfayê dijî, 10 xezalên ku koka wan li ber qelandinê ne di baxçeyê mala xwe da xwedî dike.
ŞANLIURFA (AA) - Fevzî Felhanê ku li Şanliurfayê dijî, 10 xezalên ku koka wan li ber qelandinê ne di baxçeyê mala xwe da xwedî dike. ( Rauf Maltaş - Anadolu Agency )
Li Şanliurfayê ji ber ku di salên dawîn da hejmara xezalan kêm bûye, Midûriya Giştî ya Parkên Neteweyî xezalên siruştê hildaye bin parastina xwe.
Xezalên Şanliurfayê bi taybetiyên xwe yên bizdok û narîn tên zanîn ku gelek stran avêtine ser van xezalan.
Fevzî Felhanê ku di saziyeke bajêr da dixebite, ji piçûktiya xwe pê va ji xezalan hez dike eşqa wî bi xezalan ra tê.
Her ku emrê Felhan zêde bû, eleqeya wî ya li ser xezalan zêde bû û di baxçeyê mala xwe da seba xezalan cihekî taybet çêkir û ji bo wan ser 5 donim zeviya xwe ceh û gîhayê taybet diçîne.
Felhan 17 sal berê ji Îstasyona Xwedîkirina Xezalan a Şanliurfayê 4 serî karxezal standin û bi bîberonê va mezin kirin. Xezalên Felhan li hev zêde bûn û hejmara wan derket 10 seriyan.

Ji bajar û navçeyên derdorê gelek kes ji bo ku xezalan bibînin, timî tên baxçeyê mala Felhan.
Felhan jî her ku hejmara wan ji 10an zêdetir dibe, xezalan ji kesên meraqdar ên der û dora xwe ra diyarî dike.
Felhanê sewdaliyê xezalan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew kêfxweş e ku xezalan xwedî dike.
Felhan daxuyand ku wî ji ber eşqa xwe ya xezalan seba parastina xezalan hema bêje hemû mal û milkê xwe kiriye seferber û got ku ji ber van heywanên kêm peyda dibin navê taxa wî jî "Taxa Ceylanan (Xezalan)" tê zanîn.
Felhan diyar kir ku xezal timî li dora wî digerin û wiha dewam kir, "Xezalên çolê nêzî meriv nabin, nayên girtin. Me ji yên cêwî her yekî du karxezal veqetandin û ew bi bîberonê xwedî kirin. Hînî me bûn, em bi malbatî xwedî dikin, ji xwedîkirina wan zewqê hildidin. 11 sal in em wan xwedî dikin. Ji bo min her yek pir bi qîmet in."
Yusra Felhana keça Felhan a 11 salî jî got ku ew her roj dema ku ji dibistanê vedigere, xezal revî revî tên cem wê û wiha dewam kir: "Dema ez tên cem wan, şa dibim. Bi bîberonê şîrê wan didim wan, çi qas firsendê bibînim diçim cem wan."
Ravza Felhana keça Felhan a 7 salî jî got ku ew xezalan wek hevalên xwe dibîne, timî şîr û gîha dide wan.